Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitter Hişyarî Danî Ser Twîta Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê


Suleyman Soylu
Suleyman Soylu

Wezîrê navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu îro Sêşemê ser Twitter xwepêşanderên li zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê şermezar kir û ew wek 'bê ahlaqên LGBT' bi nav kir.

Twitter, daxuyanîya wezîr Soylu mîna tevgereke nefretê destnîşan kir.

“Divê em bê ahlaqên LGBT yên ku heqaretê Kabeya pîroz dikin xweş bibînin? Bê guman na. Pêdîvî ye ku em reftarên bê ahlaqên LGBT, ku hewil didin avahîya rektor dagir bikin, xweş bibînin? Bê guman na, ” Soylu got.

Wî gotina 'bê ahlaqên LGBT' dubare kir ku di dawîya hefteyê de di nav xwendekar û rexistinên mafan de bûbû sedema rexne û nerazîbûnan.

Twitterê hişyarî danî ser twîta Soylu û got ku ev rêgezên derbarê kiryarên nefretê de binpê dike lê, wê biryar daye ku li ser malperê bihêle jiber ku ev twît dibe ku bo berjewendîya bîragiştî bi feyde be.

Berdevkê ragihandina serokomarîya Tirkîye Fahrettîn Altun jî ser bûyeran axifî.

"Xwepêşandanên Duşemê dijî biryara zanîngehê ya astengkirina serlêdaneke bo sazkirina klubek LGBT bû û ew hewila binpêkirina nirxên me ye."

Hikûmeta Tirk xwepêşanderan bi tundî rexne dike û serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê pesna baskê ciwanên partîya xwe da ku ew ne ciwanên LGBT ne.

Rexnegirên Erdogan dibêjin ku ew parastina nirxên Îslamî yên konservatîf dike û di 18 salên desthilatdarîya xwe de mafên civakî û xweşdîtina bîr û bawerîyên din hilweşandine.

Alîgirên Erdogan jî dibêjin ku wî azadîya ragihandina olî ya li welêt jinûve ava kir ku berê bi rengekî tund ya sekuler (laîk) bû.




XS
SM
MD
LG