Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Twitterê Hesabê Kurê Trump Sînordar Kir


Donald Trump Jr
Donald Trump Jr

Twitterê, hesabê kurê Serok Donal Trump, Donald Trump Jr jiber belavkirina agahîyên şaş yên derbarê vîrusa korona, bi awayekî demkî sînordar kir.

Donald Trump Jr, vîdeoyeke ser hîdroklorokînê, ku Serok Trump wek dermanê vîrusa korona dihesiband, belav kiribû.

Trump Jr dîyar kir ku vîdeoeya wî belav kiriye ji gotinên gel ne cudatir e.

Lêkolînên pêşî yên ser hîdroklorokînê tevî ku geşbînî çêkiribûn jî, piştre lêkolînên berfireh raber kirin ku ti bandora wê li ser vîrusa korona tune.

Hesabê Trump Jr bo 12 saetan hat rawestandin û ew vîdeo hat rakirin.

Trump Jr dê heta ew dem diqede karibe li Twitterê be û peyaman taybet bişîne.

XS
SM
MD
LG