Temûrê Xelîl yek ji wan kesan e ku tevahîya jîyana wî di nav karen Kurdîtîyê de derbaz bûye. Wî di rojnameya Rêya Teze, Kovara Dengê Kurd li Moskovê, Beşa Kurdî ya Radyo Dengê Rusya de xizmetên girîng kirine.
Birêz Xelîl dû re koça Swêdê kir û li wir jî karen li ser Kurdzanîyê daye pêşîya xwe û 12 pirtûk ji Rûsî wergerandine Kurdî. Wî ligel du keçen xwe, tîpguhestina 10 pirtûkên nivîskarên Kurdên Ermenîstanê jî kirine.
Pirsa Kurdan ya Profesor M. Lazarev; Dêrsim ya Andranîk, Kurd di Dema Şerên Rûsyayê bi Fariszistanê û Tirkîyê ra ya A.Avêryanov; Rêwîtîya ji Moskovê ber bi Kurdistanê ya Yurayê Dasinî; ‘Tevgera Kurdan’ ya Profesor Xalfîn çend ji berhemên ku Temûrê Xelîl in ku ji Rûsî wergerandine Kurdî.
Temurê Xelîl bîr tîne ku Kurd piştî salên 1970’ê pir pêşde çûn, lê hîn jî qîymeteke mezin nadin xebatên ku li Sovyetê hatine kirin.
“Ku berhem bi Rûsî ne, dibêjin qey ew kitêb tene jibo Kurdên Sovyetê hatine amade kirin. Birastî ne wusa ye! Ev berhem gî ser çîrok, etnografî, ziman û foklora Kurdî ne.
Seba ku bi zimanê bîyanî ne, ev berhem negihîşine miletê me. Lê, ev hemî, milken miletê Kurd in û divê bigeheje destê wan.”
Nivîskarê Kurd dide zanîn jiber ku derfeta aborî nine, ew nikare van kitêban çap bike û wek berê dewlet jî alîkarî nade Kurdan.
Têmûrê Xelîl bi xemgînî dide zanîn ku berê dewleta Sovyetê seba xebatên bi vî rengî budçe dida, lê niha derfeta Ermenistanê tune ye û alîkarî nade.
“Wa dewleta we Kurdistan çêbûye, bila ew alîkarîya we bikin. Lê, mixabin ne Kurdîstan ne jî weşanxaneyên Kurd girîngîya van berheman nabînin û xwe nadin ber.”