Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

kom koştîna Geliyê Zîlan ya Sala 1930 Tê Bîranin


13ê Tîrmeha 1930'an de, jin, zarok, kal, pîr nêzî 15 hezar gundiyên 44 gundên di nav Ercîş û Wanê de piştî operasyonek li Geliyê Zilan hatin koştin. Lêkolîner û nivîskar Kemla Suphandag, li ser Serhildana Agiriyê pirtûk nivîsandiye û neha jî dokmanter fîlmek amade dike. Ew neviyê Huseyin Begê serokê eşîra Heyderan e.

Nadir Suphandag
Nadir Suphandag

Bavê Kemal Suphandag, Nadir Beg yek ji şervanên Serhildana Agiriyê ye.

Kom Koji ya Geliyê Zîlan bi serhildana Agiriyê ve girêdayî ye. Ev serhildan di sala 1926'an de destpêkiribû. Piştî şikestina serhildana Şêx Seîd têk çû, li dora Wan û Bazîdê 72 mabat şandin sirgûniyê. Ji wan Biroyê Hesikê Têlîyê firar kir û derket çiyayê Agiriyê. Ew firarkirin bû sedemê serhildana Agiriyê" dibêje Kemal Suphandag.

Lêkolînerê Kurd diyar dike malbatên ku ji sirguniyê vegeriyane, zarokên Huseyin Paşa, îhsan Nûrî Paşa, tevlê serhildanê dibin. Ev serhildan di 1930ê de pir berfireh dibe.

Di 19ê Hezîranê dezariyê Huseyin paşa û Emîn Paşa, ji îranê qasî 200 siwarî derbasê Tirkiyê dibin. Serhilderên Kurd li geliyê Zîlan du qereqolan îmha dikin, tabûrek cenderme esîr digrin, çekê wan ji wan dsitînin û ber bi Panosê ve diçin.

Artêşa Tirkiye jî li ser 44 gundan operasyon dide destpêkirin û 15 hezar gundî ( jin, zarok, kal,pir) li geliyê Zîlan kom dikin û hemiyan bi çekên giran koştin.

KFH
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:03 0:00

XS
SM
MD
LG