Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrgehên Ereb ji Tirkiyê Dixwaze ku Destêwerdana di Karûbarên Erebî de Rawestîne


Wezîrê derve yê Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî Enwer Qirqaş
Wezîrê derve yê Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî Enwer Qirqaş

Wezîrê karûbarên derve yê Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî Enwer Qirqaş îro Şemiyê got divê Tikriyê destêwerdana di karûbarên Ereban de rawestîne, piştî hin axaftinên wezîrê berevaniya Tirkiyê li dor Lîbya.

Medya Tirkiyê hin axaftinên wezîrê berevaniya Tirkiyê belav kiribûn ku tê de kiryarên Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî li Lîbya rexne dike.

Mîrgehên Ereb ên Yekgirtî, li gel Misir û Rûsya, piştgiriya komandarê Lîbî Xelîfe Hefter dike. Hêzn Hefter şerê hêzên hikûmeta Lîbya ya ku civaka navnetewî pênasînê bi wê dike, dikin.

Tirkiyê piştgiriya xwe ya bo hikûmeta Terablosê bihêz kiriye.

Wezîr Qirqaş li ser Tiwîtera xwe nivîsand:

“Pêwendî bi riya gefan birêve naçin û di van roj û serdemê de, cih ji xeyala kolonyalî re nîne.”

XS
SM
MD
LG