Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Piştgirîya Parastina Kurdên Sûrîyê Dike


Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Enwer Gargaş

Wezîrê Derve yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Enwer Gargaş got ku ew dijî avakirina herêmeke ewle ya li hindurê axa Sûrîyê ne.

Gargaş ragihand ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî piştgirîya parastina Kurdên Sûrîyê dike ku bi biryara vekişîna Serokê Amerîka Trump ketine rewşeke xirab.

Gargaş di hevpeyvînekê de, ji televîyozna Al-Hurra re got baltyozxaneya wan ya li Şamê, piştî jimareke danûstandinên bi welatên hevalbend hate vekirin, ku ew bikaribin rola xwe di qewimandinên ser erdê de bilîzin.

Wî dubare kir ku Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî yekbûna axa Sûrîyê diparêze û dijbaerîya hebûna Îranê ya li Sûrîyê dike.

XS
SM
MD
LG