Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Hişyarîya Şerê Navxweyî li Sûrîyê Dide


Jineke Sûrî ku li Tirkîyê dijî nerazbûna xwe ya dijî Beşar Esed nîşan dide.
Jineke Sûrî ku li Tirkîyê dijî nerazbûna xwe ya dijî Beşar Esed nîşan dide.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu roja Înîyê ji Ajansa Nûçeyan ya Fransî (AFP) re got, xeterî heye ku pevçûnên navbêra hêzên hikûmetê û Artêşa Azad ya Sûrîyê veguheze şerekî navxweyî. Wî got, aniha “dema herî baş” ya sekinandina qirkirinê ye.

Hişyarîya Davutoglu rojek piştî daxuyanîya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov hat. Lavrov gotîbû ku êrîşa Artêşa Azad ya Sûrîyê li ser bingeheke leşkerî ya hikûmetê gelek dişibe şerekî navxweyî.

Lavrov bang li hikûmeta Sûrî û opozîsyonê kirîbû ku kêşeya heyî bi rêyên sîyasî çareser bikin.

Waxtekî zûtir ya vê hefteyê, wezîrên Yekîtîya Ereb hişyarîyeke tûj dabû Sûrîyê ku li nav sê rojan xûnrijandinê rawestîne û rê bide çavdêran ku bibînin Sûrîyê sozên xwe cîh tîne yan ne.

Yekîtîya Ereb her wiha di encama dengdanekê de biryar dabû ku endamtîya Sûrîyê ragire.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji meha Adarê ya destpêbûna xwepêşandanan vir ve, bêtirî 3.500 kes ji alîyê hêzên hikûmetê ve hatine kuştin. Lê, Sûrîye ji tundî û tîjîyê, terorîstên bi piştgirîya hêzên derve û tundrêyên îslamî gunehbar dike.

XS
SM
MD
LG