Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Uganda Pêşnîyara Îsralê ya Wergirtina Penaberên Afrîqî Dinirxîne


Penaberên Afrîqî li Îsraîlê
Penaberên Afrîqî li Îsraîlê

Hikûmeta Uganda îro ji Reutersê re ragihand ku ew daxwaza hikûmeta Îsraîlê ya wergirtina 500 koçberên ju Erîterya û Sudanê dinirxîne.

Tevî raportên heyî yên derheqa wê mijarê, cara yekê ye ku Uganda li xwe mikûr tê ku wergirtina penaberên Afrîqî danûstandinan bi hikûmetê Îsraîlê dike.

“Dewleta Îsraîlê, ku bi rêxistinên din yên penaberan dixebite, ji Uganda xwest ku 500 Erîteryayî û Sudanî li Uganda werin cîh kirin. Hikûmeta Ugandî bi erênî vê pêşnîyarê dinrxînin,” daxuyanîya nivîskî ya hikûmetê got.

Hikûmeta Îsraîlî di destpêka vê salê de penaberên mêr yên ji Erîterya û Sudanê agahdar kiribû ku di nav sê mehan de bi dilwazî ji welêt derkevin.

Hikûmeta Îsraîlî ji wan penaberan re gotibû ku yan bîleta firokê ya bêpere û $3,500 qebûl bikin, yan jî rûbirûyê cezayê zindanê bibin.

XS
SM
MD
LG