Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Uganda Hizira Vekirina Balyozxaneya Xwe li Orşelîmê Dike


Netanyahu û Museveni (Arşîv)

Serokê Uganda Îsraîlê Yoweri Museveni îro Duşemê got ku ew pêdaçûna ser vekirina balyozxaneya xwe li Orşelîmê dikin.

“Ger hevalek dibêje ku ez balyozxaneya te li wir, lê li vê derê dixwazim, bawer nakim ku ti pirsgirêk di wê yekê de hebe. Em birastî ser vê yekê dixebitin û pêdaçûnê dikin ...,” Museveni li Îsraîlê got.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Natanyahu jî kêfxweşîya xwe ji gotinên Musevini re dîyar kir. “Tu balyozxaneya xwe li Orşelîmê veke û ez jî ya xwe li Kampala vekim. Em hêvîdar in ku vê yekê di demeke nêîzk de êk bînin,” Netanyahu got.

Hêjayî balkişandinê ye ku gaveke wiha wek piştgirîya navnetewî ya jibo îdiayên Îsraîlê yên ser Orşelîmê werin dîtin ku Îsraîl dixwaze bike paytaxta xwe.

Fîlîstînî jî Orşelîma Rojhilat — ku Îsraîlê di 1967an de bi Şerê Rojhilata Navîn bi dest xistibû — wek paytaxta xwe qebûl dikin.

XS
SM
MD
LG