Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya ji Îranê Dixwaze ku Keştîya Wê ya Desteserkirî Vegerîne


Dominic Raab

Hikûmeta Brîtanî îro bang li Îranê kir ku keştîya wê ya nefthilgir, ku li Kendavê hatibû desteser kirin, vegerîne û rêz li qanûnên navnetewî bigire.

“Ger Îran dixwaze ji tarîyê derkeve û wek endameke berpirsane ya civata navnetewî were pejirandin, divê gemîya neftê ya bi ala Brîtanî berde û rêz li qanûnên navnetewî yên deryavanî bigire,” Wezîrê Derve yê Brîtanî Dominic Raab ji Sky News re got.

Komandayên Îranî di 19’ê Tîrmehê de, li Tengava Hurmuzê dest danîbû gemîya petrolê ya Brîtanî ya bi navê Stene Impero, ku ji Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî diçû Erebistana Saudî.

Îranê gotibû ku komandoyên wê bi sedema ku ew keştî hiqûqa deryavanî şikandiye, dest danîye ser wê.

Du hefte berî wî bûyerê, hêzên Brîtanî li Cebelîtariq dest danabû ser gemîyeke nefthilgir ya Îranî, bi sedema ku wê toleyên ser Sûrîyê binpê kiriye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump ji peymana navokî ya navnetewî ya ligel Îranê vekişîbû û biryara jinûve anîna toleyên dijî Îranê dabû.

XS
SM
MD
LG