Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya jiber Desteserkirina Balyozê Wê Îranê bi Tundî Protesto Dike


Xwepêşanderên Îranî li pêş balyozxaneya Brîtanî li Londonê

Hikûmeta Brîtanî îro Duşemê balyozê Îranê yê li Londonê ji wezareta derve re gazî kir ku nerazîbûnê ser desteserkirina balyozê Brîtanî li Îranê ragihîne.

“Desteserkirina balyozê me nayê pejirandin û ew binpêkirina Peymana Vîyana ye. Divê lêpirsîn li ser wê yekê were kirin. Wezareta derve gazî li balyoz Îranî kir û hêrsbûna me ya ser kiryara Îranê bi tundî ji wî re ragihand,“ daxuyanîya ofîsa serokwezîrîya Brîtanî got.

Rob Macaire, balyozê Brîtanî li Îranê roja Şemîyl bo demeke kurt hatibû desteser kirin, bi sedema ku wî beşdarê bîranîna qurbanîyên firoka Ukraynî bûye.

XS
SM
MD
LG