Wezîrê Derve yê Brîtanya Jeremy Hunt îro Înê Îran tawanbar kir ku êrîşên hember keştîyên nefthilgir yên li Kendava Umanê pêk anîne.
Hunt got ku ne pêkan e ku xencî Îranê, ti dewlet yan rêxistinên çekdar ew êrîş kiribin. Wî Tehran û Nobederên Şoreşa Îranê şermezar kirin ku bi kiryarên wî rengî dibin sedema bêîstiqrarîya herêmê.
“Ew êrîş ku xelekêîn dawî yên kiryarên xirab yên Îranê ne, qanûnên navnetewî binpê dikin û gefên mezin li ser tevahîya herêmê dikin,” Hunt got.