Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Britanî Nav Qamyonekê 39 Term Dîtin


Polisê Brîtanyayê dîyar kirîyê ku wan ,di qamyonekî de termên 39 kesên mirî dîtîye û ew hewil didin fêm bikin ka çi çêbûye. Tê texmin kirin ku qamyon ji Bulgaristanê tê û koçberên neqanûnî tê de bûn e.

Li gor ragihandina Polîsan, qamyon nêzîkê 30 kîlometreyî li derveyî Londonê hatîye tespît kirin. Ajotvanê qamyonê yê 25 salî ye ji Îrlandaya Bakur hatîye desteser kirin.

Polîs texmîn dike ku qamyon roja Şemîyê ji Holyhead ya li herema Bakurê Walesê ketîye nava axa Brîtanyayê.

Tê gotin ku ji kesên ku termên wan hatîye dîtîn de 38 kes mezin ên , 1 jî zarok e.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson di daxuyaniya xwe ya di derbarê bûyerê de ragihand ku ew gelek bizdîyaye.

Serokwezir Johnson got “ Ez agahdarî bi rêkûpêk digrêm û serokwezirtîya min bi polîsê Essexê re bi nêzîk ve dixebitin da ku tevahîya buyerê tespît bikin. Dilê min bi wan kesên ku jiyana xwe ji dest dane û xizmên wan re ne. "

Wezîrê Derve yê Bulgaristanê piştrast nekiriye ku qamyon ji welatê wan derketîye û dazanîye ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.

Tszana Krasteva, berdevka wezareta karên derve ya Bulgaristanê got, “em li ser nûçeyên di çapemeniya Brîtanî de tê weşandin lêkolîn dikin û digel karbidestên Brîtanî re pedîwîyan pêk tînên.”

Polîsan bi destpê kirina lêkolîna dewera ku buyer pêk hatîye , derûdorê dewere jî kirîye bin kontrolê.

Andrew Mariner berpirsê Polisên Essexê , li ser buyerê axifî “ Ew bûyerek trajîk e ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan e. Em niha li ser nasnameyên kesan dixebitin, lê ez dibejîm ewê ev demekî dirêj bigre. Ajotvan girtîy e û û lêpirsîna wî berdewam dike.”

Di sala 2000-an de, 58 kesên Çînî jiyana dema ku di qamyonekî firingan de hewl didan ku têkevin Brîtanya jî, yîyana xwe ji dest dest da bûn.

XS
SM
MD
LG