Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya Hejmara Mirinên ji Korona 47,000 Derbaz Kir


Ofîsa Statîstîka Netewî (ONS) ragihand ku hejmara mirinên ji nexweşîya COVID -19 li Brîtanya îro Sêşemê ji 47,000 derbaz kir.

ONS da zanîn ku heta 15’ê Gulanê li Îngîltere û Wales (Galler) 42,173 kes bi gumana nexweşîya COVID-19 mirine û tevahîya mirinan li Brîtanya giheşte 47,343 kesan.

ONS bal dikşne ku di nav wan de, daneyên ji Îskoçya, Bakurê Îrlanda û mirinên dawî yên li Îngîltere jî hene.

Bi hejmara mirinên nêzîkî 50,000’an rewşa Brîtanyayê dibe yek ji welatên herî zêde pandemîyê bandor ser kiriye ku li seranserê cîhanê bi kêmî ve 345,400 kes kuştine.

Hikûmet dibêje ku her çend wan hinek xeletî kiribin jî, ew piştî nexweşîya persîya 1918'an, rûbirûyê krîza tendirustîya giştî ya herî mezin bûne û wan misoger kiriye ku xizmetên saxlamîyê têk neçin.

Berevajî hejmara mirinên rojane yên ku hikûmet diweşîne, hejmarên Sêşemê bi pêketîyên gumanbar û pêketîyên piştrastkirî yên COVID-19 pêk tên, lê bawerî heye ku ew jî ji hejmarên rast yên mirinan dûr in.

Li gor daneyên herî dawî ku rêvebirê ONS’ê Nick Stripe parve kirine, mirinên jiber korona li seranserê Brîtanya nêzîkî 60,000’an bûne.

XS
SM
MD
LG