Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêketinên Nû yên Korona li Brîtanya Jinûve Bilind Dibin


Hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona li Brîtanya jinûve bilind dibe.

Li gor daxuyanîyên fermî yên hikûmeta Brîtanya li wî welatî herî dawî rojane 51,870 pêketin hatine tomar kirin.

Bi vî awayî li Brîtanya ji 15’ê Rêbendanê vir ve cara pêşî rojane pirtir ji 50,000 pêketinan hatiye dîtin.

Brîtanya dê roja Duşemê dawî li piranîya tedbîrên dijî vîrusa korona bîne.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Brîtanya pirtir ji 5,3 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 128,913 kes bi wê mirine.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG