Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Hişyarî Dide ku Mirinên ji Korona Dikarin Pirtir Bin


Li ser pira Westminster karekerek, London (Nîsan 9, 2020)

Li Brîtanya rêjeya rastîn ya hejmara mirinên rojane ya jiber vîrusa korona yên ku ji alîyê hikûmetê heya 10'ê Nîsanê hatiye ragihandin, li gor daneyên gava ku mirinên li malê jî hatiye hesibandin, % 40 zêdetir e.

Ofîsa Îstatîstîkên Neteweyî (ONS) ragihand ku heya 10'ê Nîsanê, li Brîtanya 13,121 mirin hatiye tomar kirin, lê hikûmetê tenê kesên ku li nexweşxanê mirine anku 9,288 mirinên rojane ragihandiye.

Pêzanînên herî dawî yên mirinên li nexweşxaneyan nîşan didin ku li seranserê Brîtanya 6,509 kes jiber vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirine.

Ger hejmarên mirinê bi şewazek hewcure were nirxandin, wê hingê dibe ku hejmera mirinê bo Brîtanya li gor pêzanînên herî dawîn bi gîştî bibe 23,000 ku ev li Ewrupa piştî Îtalyayê hejmera herî bilind e.

Lê, cûdahiya di navbera hejmarên rojane yên ku ji hêla hikûmetê ve têne weşandin û pêzanînên ONS'ê, bi her hefte ya ku derbaz dibe, kêm dibe û dibe ku dema ku raporên ONS'ê di derbarê hejmarên herî paşîn de, kêmtir bûye.

Vîrusa korona ku dibe sedema nexweşîya behntengîya bi navê COVID-19, di yek ji sê tevahîya tomarên mirinê yên ku di hefteya heta 19'ê Nîsanê de ya li Brîtanya hatiye tesbît kirin.

Li Londonê, ji nîvê pirtir tomarên mirinê yên ku wê hefteyê de wekî sedem COVID-19 hatiye tomar kirin.

Hêjmarên ONS ji mirinên li navendên lênêrînê û nexweşxaneyan pêk tê û li gor destnîşankirina COVID-19 ya li ser belgeyên mirinê tê hesab kirin, bê ku testa vîrusa korona ya kesê mirî erenî derketîye yan ne.

"Li navendên lênêrînê niha hejmara mirinên jiber hemî sedeman heye, li gor daneyên du hefteyên berê du car zêde bûye," zanistê îstatîstîkê yê ONS'ê Nick Stripe ji BBC re got.

Stripe da zanîn ku nêzîkî % 17% ji van tomarên mirinan de COVID tê hatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG