Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya Hejmara Kesên ku jiber Terorê Ceza Birine Giheştiye Asta Herî Bilind


Karbidestên Brîtanî îro ragihand ku kesên ku jiber sucên terorê hatine mehkûm kirin, ji sala 2009’an vir ve ji giheştiye asta herî bilind.

Ji destpêka salê heta Hezîrana 2018’an, bi giştî 90 kes jiber sucên terorê ceza xwarine û hejmara kesên ku bi terorîzmê peywendîdar hatine girtin 351 e.

“Em di dadgehkirina kesên tawankar de gelek serketî ne û herwiha em sucdarên herî xeter jî bo demên dirêjtir dixin zindanan da ku ewlehî û aramîya civakê misoger bikin,” berpirsê polîsan Dean Haydon got.

Brîtanya vê gavê di asta herî bilind ya duyê ye ku li gor wê, êrîşeke terorîstî îhtîmaleke pir xurt e. Sala çûyî 5 bûyerên girîng li Brîtanya çêbûbûn, ku wek kiryarên terorîzmê hatibûn nav kirin û 36 kes di wan êrşan de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG