Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Hîn Zû Ye ku Qedexeya Giştî Were Rakirin


Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, îro di vê demê de ku mirinên rojane yên ji COVID-19 zêde dibin, got ku hîn pir zû ye ku ew bikaribin dema rakirina qedexeya giştî eşkere bikin.

“Em dibînin ku vîrusa nû ku berî Krîstmisê derketibû, bi awayekî lezgîntir belav dibe Loma bi nêrîna min hîn pir zû ye em xecdexekirinan rakin,” Johnson ji rojnamevanan re got.

Cara sêyê ye ku Îngîltere hember COVID-19 qedexeya asta netewî ragihandiye û niha meyxane, xwaringeh û xwendingeh girtî ne.

Tevî ku rêjeya mirinên di rojên dawîyê de bilind bûye, hejmara pêketnên nû ji 68,000’an ya 8’ê mehê daketiye 38,000’an.

Johnson got ku ew armanc dikin heta nîva meha Sîbatê vaksîn li kesên kal û pîr, karmendên saxlemîyê û kesên bi nexweşîyên berê din.

XS
SM
MD
LG