Hêza esmanî ya Ukrayî îro Çarşemê ragihand ku wê çeva borî 28 ji 32 dron û 4 ji 8 muşekan Rûsî anîne xwarê.
Hêza esmanî ragihand ku Rûsyayê 4 muşek avêtin ser herêma başûrê Odesa. Walîyê wê herêmê, Oleh Kiper got ku muşekek li qadake vekirî ket û bû sedema agir ku dû re ew hate vemirandin.
Kiper bi rêya Telegramê da zanîn ku parçeyên muşekan zarar dan du qamyonan, lê ti zîyan çênekirin.
Walîyê herêmî yê Kîevê, Ruslan Kravchenko jî got ku êrîşa dronî ya li ser herêmê ti zarar nedaye binesazîya krîtîk û ya sivîlan.
Êrîşên li ser herêma bakurê rojhilata Kharkovê ya di saetên serê Çarşemê de zarar gîhand hangareke firokan.
Walîyê herêmê Oleh Syniehubov bi rêya Telegramê got ku di êrîşa bombeyî ya roja Sêşemê ya li bajarê Kharkivê de 3 kes hatin kuştin, 36 kesên din jî birîndar bûn.
Tevî ku hêzên Rûsî di şerê du sal û nîv de bi hezaran kes kuştine, Moskow hîn jî red dike ku ew sivîlan dike armanc.
Jêder: Reuters