Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Ewê bi YE re Peymaneke Ewlekarîyê Îmza Bike


Ofîsa seroktîya Ukrayna îro Çarşemê dîyar kir ku wê di demeke nêz de bi Yekîtîya Ewrupa(YE) re peymaneke ewlekarîyê îmza bike.

Ofîsê dîyar kur ku armanca wê peymanê alîkarîya demdirêj ya ji Ukrayna re ye ku dijî dagirkerîya hezên Rûsî şerekî dijwar didomîne.

"Tîmên danûstandinê yên Ukrayna û YE belgeya peymana ewlekarîyê temam kirin û hevbîr bûn ku peymanê di demeke nêz de îmza bikin," ofîsa serok Volodymyr Zelenskyy got.

Zelenskyy hefteya borî, peymaneke ewlekarîyê ya "bêmînak" ya 10 salî bi Amerîka îmza kir. Wî ew peyman jibo endamtîya Ukrayna li NATO’yê wek "pirek" girîng bi nav kir û kêfxweşîya xwe dîyar kir.

Medya Ukrayna dibêje ku Kîev bi 17 welatan re, ku di nav de endamên YE jî hene, peymanên ewlekarîyê îmza kirine û bi 10 welatên din re jî danûstandina peymanan didomin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG