Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Ukrayna li Belgorod ya li Nêzî Sînor 6 Kes Kuştine


Russia Ukraine
Russia Ukraine

Karbidestên li rojavayê Rûsya îro Duşemê radigihînin ku Ukrayna bi êrîşeke dronî li Belgorod ya li nêzî sînorê Rûsya û Ukrayna herî kêm 6 kes kuştine.

Walîyê herêma Belgorodê Vyacheslav Gladkov ji Telegramê dîyar kir ku dron li çend maşîneyan ketine û di êrîşê de pirtir ji 30 kes jî birîndar bûne.

Artêşa Ukrayna jî îro Duşemê ragihand ku hêzên Rûsî bi şev 13 dron firandine ser axên wê û berevanîya esmên 12 ji wan xistine.

Hêzên Ukraynî dibêjin ku wan dronên Rûsya li Sumya li rojhilata bakurê welêt sekinandine.

Rêvebirîya leşkerî ya herêma Sumyê ji Telegramê dîyar kir ku Rûsya êrîş biriye ser navendeke enerjîyê, lê ser êrîşê ti zarar û kuştin nehat ragihandin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy do Yekşemê bi peyama ser Cejna Rabûnê (Easter) bang li Ukraynîyan kir ku jibo xwe û leşkerên li enîyan diayan bikin.

‘’Em jibo hev dia bikin. Gava em nêzîkî hevdu bibin em êdî li hev bîyanî nasekinin.’’

Wî bi bîr xist ku Ukrayna pirtir ji 800 roj in dijî Rûsya li ber xwe dide.

Serokê Rûsya Vladimir Putin jî li dêreke li Moskowê beşdarî li merasîma Cejna Rabûnê kir.

Merasîma cejnê Serokê Dêra Ortodoks ya Rûsî Patrik Kirill bi rêve bir ku ew yek ji alîgirên li pêş yê Putin e.

Xirîstîyanên Ortodoks yên Rojhilatî jiber salname û metodolojîya cihê Cejna Rabûnê li gor dêrên Katolîk û Protestan derengtir pîroz dikin.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG