Hêzên esmanî yên Ukrayna îro Înê ragihand ku wê bi şev tevahîya 5 dronên Rûsya xistine.
Li gor ragihandina hêzên esmanî, yekîneyên Rûsî di êrîşên dawî de 3 muşekên balîstîk yên Îskender-M jî karanîne.
Rêvebirên leşkerî dibêjin Rûsya 3 dronên Şahid û 2 dronên nehatine naskirin, xebitandine.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê di rojên borî de dîyar kiribû ku Rûsya di hin êrîşên esmanî de jibo tesbîtkirina sîstemên berevanîya esmên û danîna kemînan dest bi karanîna dronên erzan kiriye.
Walîyên Kiev û Kirovohrad dîyar dikin ku bi êrîşên dawî ti xisar û kuştin çênebûye.
Artêşa Ukrayna roja Pêncşemê li Kîevê ser êrîşên gumankirî 4 caran alarm lêxistin.
Karbidestên Kîevê dîyar dikin ku ji destpêka dagirkerîya berfireh ya Rûsya vir ve li bajêr pirtir ji 1200 caran hişyarîyên bi alarman hatine dayîn.
Jêder: Reuters