Jêderekî Wezareta Berevanî ya Ukrayna îro Duşemê dîyar kir ku wan operasyoneke taybet biriye ser Moskow ya paytexta Rûsya.
Wî jêderî dîyar kir ku wan bi dronan êrîş biriye ser du avahîyên Moskowê, lê zêdetir hûrgilî neda.
Rûsya ragihand ku îro Duşemê li esmanê Moskowê du dronên Ukrayna hatine pûç kirin.
Çavkanîyên Rûsî dîyar dikin ku ji dronan yek nêzî Wezareta Berevanî ya li navenda Moskowê ketiye.
Bajarvanê Moskowê Sergei Sobyanin got ku êrîş bi saeta herêmî di 04:00 de li qewimî, dronan li du avahîyan ku nayên karanîn xistin.
Jêder: AFP