Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê Yê Ukraynayê Ji Derketina Derveyî Welêt Tê Qedexekirin


Serokê berê yê Ukraynayê Petro Poroshenko

Fraksiyona parlemanî ya partiya serokê berê yê Ukraynayê roja Şemiyê ragihand ku desthilatdarên Ukraynayê rê neda derketina Petro Poroshenko da ku beşdarî civîneke NATOyê li Lîtwanyayê bibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin, dema ku Poroshenko diçû civîna Meclîsa Parlementeran a NATOyê, du caran li deriyê sînor ê bi Polendayê re hate rawestandin.

Medya Ukrayna ragihand ku Poroshenko ji ber "pirsgirêkên teknîkî" yên girêdayî rêdana wî ya derketina ji welêt, nekariye sînor derbas bike.

Diviyabû Poroshenko li Vilnius gelek hevdîtinên di asta bilind de, tevî Serokê Lîtwanyayê Gitanas Nauseda, bikirina. Her wiha biryar bû ku ew beşdarî civîneke Partiya Gel a Ewrupayê li Rotterdamê bibe.

Di meha Çile de, Poroshenko biryarek dadgehê wergirt ku destûr dide ew azad bimîne dema ku ji ber xiyanetê lêpirsîn pê re tên kirin, di vekolînekê de ku ew dibêje êrîşek bi mebest ya siyasî bû ji aliyê hevalbendên Serokê niha Volodymyr Zelenskiy ve.

Lêpirsîn li ser Poroshenko tê kirin ku têkildarî pêşkêşkirina piştgiriya darayî ye ji bo cudaxwazên alîgirên Rûsyayê li rojhilatê welêt bi rêya firotina neqanûnî ya komirê di salên 2014 û 2015 de.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG