Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Rûsyayê Girtina Bajarê Lîman Yê Ukraynayê Piştrast Dike


Artêşa Rûsyayê îro Şemiyê piştrast kir ku wê bajarokê stratîjîk yê Lîman li rojhilatê Ukraynayê girtîye û ew bajar li ser rêya du bajarên sereke ye yên ku hîna di bin kontrola Kîevê da ne.

Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê da got, "Piştî çalakiyên hevbeş ên yekîneyên mîlîsên Komara Gel ya Donetsk û hêzên çekdar yên Rûsyayê, bajarokê Lîman bi tevahî ji neteweperestên Ukraynayê hatîye rizgarkirin".

Li alîyê din ve Ukrayna dibêje dibe ku hêzên wê pêwîst bike ku ji enîya xwe ya dawî ya berxwedanê li Lûhanskê xwe paşde vekişin, da ku neyên girtin ji alîyê leşkerên Rûsî ve ku li rojhilatê bilez pêşve diçin û liv û tevgera şerê sê mehan hatîye guhertiye.

Waliyê Luhanskê, Serhiy Gaidai, roja Înê got ku leşkerên Rusî ketin Sievierodonetsk, bajarê herî mezin yê Donbasê ku hêşta di destê Ukraynayê da ye, piştî ku bi rojan hewl dan ku hêzên Ukraynayê lêre biêxin telîyê da lê wî bi berdevamî got ku hêzên Rusî nikarin herêma Luhanskê bigrin.

XS
SM
MD
LG