Karbidestên Rûsî û Ukraynî îro Înê radigihînin ku ew êrîşên dronî û muşekî didomînin.
Li gor ragihandina rêvebirên Ukraynî, li welêt gelek kes birîndar bûne û karbidestên Rûsî jî dibêjin ku qada depoyeke petrolê ya li nêzî sînor zarar dîtiye.
Herdu alîyan di demên dawî de êrîşên esmanî yên dersînor zêdetir kirine.
Kîev êrîşan dibe ser kargehên enerjîyê û Moskowê jî dest bi bersîvdanê kiriye.
Rûsya da zanîn ku hêzên wê 87 dronên Ukrayna xistine xwarê ku hedefa 70 ji wan dronan herêma Rostov ya li başûr bûye ku navenda operasyona hêzên Rûsî li wir e.
Wezareta Berevanî ya Rûsya dîyar kir ku li Rostovê 70, li Kursk û Voronejê 12, li Volgograd û li Belgorod ya li nêzî sînor Ukrayna jî 4 dron hatine xistin.
Walî Vasily Golubev ji medyaya civakî ragihand ku jiber êrîşên dronî li hin herêmên Rostovê elektrîk qut bûye.
Kîevê jî dîyar kir ku sîstemên berevanîya esmên bi şev ji 31 dronên Rûsya 24 xistine xwarê.
Karbidestên Donetskê dîyar dikin ku li Selydove ya li nêzî enîyên şer 6 kes birîndar bûne.
Li Sumy ya li rojhilat jî bi êrîşeke dronî 3 kes birîndar bûne û li herêma Kharkivê jî hin malan zarar dîtine.
Jêder: AFP, VOA