Ajansa energîya navokî ya Ukraynayê îro Duşemê got ku mûşekeke Rûsî li nêzîk navendeke enerjîya navokî li başûrê Ukraynayê da.
Energoatom di daxuyanîyekê de got ku mûşek 300 metreyan dûrî navenda Pivdennoukrainsk ya enerjîya navokî ket lê ti zîyan negihand reaktorên wê.
Ajansê dîyar kir ku çend avahîyên derdorê di encama mûşekê de zîyan dît.
Derbarê vê êrîşa mûşekî, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy li ser Telegram got ku “Rûsya hemû cîhanê dixe jêr metirsîdarîyê. Divê em wê rawestînin berî ku dereng bibe.”
Navenda Pivdennoukrainsk duyemîn mezintirîn navenda enerjîya navokî li Ukraynayê ye. Ya herî mezin, Zaporizhzhia, ji destpêka Îlonê ve hatiye girtin piştî topbaranekê ku Rûsya û Ukrayna hevdu bi pêkanîna wê tawanbar dikin.
Zelenskyy roja Yekşemê got ku artêşa welatê wê hewildanên xwe ranawestînin jibo ku axa xwe ji hêzên Rûsyayê vegerînin.