Hêza ezmanî ya Ukrayna îro Şemiyê ragîhand ku wan mûşekek Rûsî pêşketî ku leza wê ji deng zûtir e li ser Kîevê anîn xwarê bi rêka karanîna pergalên berevaniyê yên Amerîkî Patriot yên ku nû bidestxistine, ev cara yekem e ku Ukranya rê li pêş moşekên herî pêşkeftî yên rûsî digre.
Fermandarê Hêza Esmanî Mykola Oleshchuk di peyameke Telegramê de got ku hêza wan bo cara yekê rê li pêş mûşeka rûsî balîstîk ji curê Kinzhal di êrîşeke şeva borî de li ser paytexta Ukrayna girt.
Di heman demê de jî ev yekem car bû ku Ukrayna pergalên berevaniyê yên amerîkî Patriot bikar tîne.
"Belê, me Kinzhal 'yekane' xist," Oleshchuk nivîsand. "Ev di êrîşa şeva 4ê Gulanê de li esmanê herêma Kîevê rûda."
Oleshchuk da zanîn ku moşeka Kh-47 bi balafireke MiG-31K ji xaka Rûsyayê hatiye avêtin û bi mûşeka Patriot hatiye xistin.
Hêjaye gotinê ku Mûşka KH-47 yek ji çekên herî dawî û pêşketî yên Rûsî ye. Artêşa Rûsî li ser dibêje, ev mûşeka balîstîk ku ji asmanî tê avêtin berfirhiya wê ya azmanî heya 2,000 kîlometran e û leza wê 10 qatî ji leza deng zûtir e ku di hêle ketina wê pir zor bibe.
Ukrayna di dawiya Nîsanê de yekem mûşekên Patriot wergirt .
Hîna jî ne diyar e ku çend ji pergalên wê li Ukryana hene an jî li ku hatine bicîh kirin, lê tê zanîn ku ew ji hêla Amerîka, Almanya û Hollanda ve hatine pêşkêşkirinî wan.
Jêder: AP, VOA