Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Wê li Robotyn ya Zaporizhzhia Ala Xwe Bilind Kiriye


Artêşa Ukrayna îro Çarşemê ragihand ku wê li Robotyne ya herêma Zaporizhzhia ala welêt bilind kiriye.

Hîn nayê zanîn ku temamê hêzên Rûsî ji Robotyne hatine derxistin yan ne.

Li gor ragihandina artêşa Ukrayna leşkerên wê ala li Robotyn ya Melitopolê bilind kirine.

Melitopol di demên dawî de yek ji navendên şerên germ yên hêzên Ukraynî û Rûsî ne.

Generalê Ukraynî Valeriy Zaluzhnyi dîmenek weşan ku têde li ser avahîyekê ala Ukrayna xuya dike.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku wê nekarîye vîdyoyê piştrast bike.

Kîev bi operasyonên xwe yên dijî hêzên Rûsî hewil dide Melitopolê bi dest xwe xe.

Ukrayna dibêje ewê Qirim jî di nav de hemî axa dagirkirî ji Rûsya bistîne.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG