Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukranya Li Nêzî Sînorê Qirimê Rahênanên Leşkerî Dike


Hêzên leşkerî yên Ukranya (Arşîv)
Hêzên leşkerî yên Ukranya (Arşîv)

Artêşa Ukranya îro Çarşemê bi daxûyanîyekê ragihand ku hêzên leşkerî yên welat li nêzê sînorê Qirimê ya ji hêla Rûsya ve hatiye dagîr kirin, jibo têkbirina êrîşên bi tank û bi leşkerên pîyade, rahênan pêk tînîn.

Hevdem, artêşê da zanîn ku wê di rehênan îro de, tank û hêzên leşkerî bi cîh kirine da ku tecrûbeyên hêzên berevanîya xwe xurttir bike.

Dîmenên vîdyoyî yên rehênanên artêşa Ukranyayê hatin weşandin. Ev rahênana artêşa Ukranyayê, rojek piştî ku serokê Amerîka Joe Biden bi rêya telefonê bi serokê Rûsyayê Vlademir Putin re axifî, hat ragihandin.

Biden bi Putin re komkirina hezên leşkerî yên Rûsî li nêzê rojhilata Ukranya û li Qirimê gotûbêj kiribûn, û hevdem di derbarê hin mijarên din de fikarên Amerîka anîbû ziman.

Wezîrê Berevanî yê Rûsya Sergei Shoigu roja Sêşemê di derbarê damezrandina leşkerî ya Moskowyê li nêzî Ukrayna got ku ev beşek ji rahênanekî mezin e.

Wî da zanîn ku armanca wan test kirina hezên welat e ku ka bo şerekî amade ne yan na, û herwiha ev rahênan bo bersîv dayîna êrîşeke leşkerî ya NATO'yê ye.

Shoigu dîyar kir ku rahênan ya bo sê hefteyan, ya ku wî wek bi serkeftî bi nav kir, ewê di nava du hefteyên din bidawî bibe.

Hevdem, Shoigu got ku NATO, li nêzê sînorên Rûsyayê bi taybet jî li Derya Reş û herêmên Baltik 40.000 leşker û 15.000 alavên leşkerî, bicîh dike.

Lê, NATO planên bi vî rengî red dike. Rûsyayê di 2014an de Kirim (Qirim) ji Ukrayna stend û şerê di navbera hêzên hikûmeta Ukrayna û cûdaxwazên bi piştvanîya Rûsya ev heft salin berdewam dike.

Şer di van hefteyên borî de li rojhilata Ukrayna zêde bû, ku Kyev dibêje heya niha 14.000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG