Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dijî Rûsyayî Alîkarî ji NATO'yê Dixwaze


Dmytro Kuleba, minister of foreign affairs of Ukraine
Dmytro Kuleba, minister of foreign affairs of Ukraine

Ukrayna îro Çarşemê bang li NATO'yê kir ku toleyên aborî li ser Rûsyayê amade bike da ku pêşî li êrîşeke eger ya bi deh hezaran leşkerên Rûsî bigire, yên ku li ser sînorê wê kom bûne.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba dema ku bo beşdarbûna civîna wezîrên derve yên NATO'yê giheşt Riga ya paytexta Letonyayê ji rojnamevanan re axifî.

Dmytro Kuleba got ku ewê di roja dudya ya civînê de daxwazê ji wezîrên derve yên NATO'yê bike ku wê mijarê nîqaş bikin.

"Emê bang li hevalbendan bikin ku jibo berhevkirina pîvanên astengkirinê, bi Ukraynayê re bibin yek," Kuleba got.

Wî xwest ku wezîrên derve yên NATO'yê rêka bersîvdayîna tevgerên leşkerî yên ne asayî yên Rûsyayê û her wiha pêşîgirtina krîza herî xeter ya di peywendîyên bi Moskowê re ji Şerê Sar vir ve, were gotûbêj kirin.

Kuleba destnîşan kirdivê di nav pîvanan de amadekirina toleyên aborî yên dijî Rûsyayê jî hebin, ku heke Moskow "biryar bide ku senaryoya herî xirab hilbijêre",


XS
SM
MD
LG