Karbidestên Ukraynî îro Çarşemê radigihînin ku di êrîşên dawî yên Rûsya de li Lviv ya li rojavayê welêt bi kêmî ve 7 kes hatine kuştin û pirtir ji 30 kes jî birîndar bûne.
Bajarvanê Lvivê Andriy Sadovyi ji Telegramê bi vîdyoyekê dîyar kir ku bi êrîşê avahîyek hilweşîye û dibistan jî di nav de pirtir ji 50 avahîyan xisar dîtine.
Li Kryvyi û Rih yên herêma Dnipropetrovskê bi êrîşên Rûsî 5 kes birîndar bûn û zarar gihîştin hin malan.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy bang li hevbendên Rojavayî kir ku jibo berevanîyê esmên alîkarîyê bikin û sînordarkirinên ser karanîna çekan sivik bikin ku ew karibin êrîşan bibin ser hedefên li nav axên Rûsî.
Zelenskyy dîyar kir ku divê ew êrîşên Rûsya rawestînin û got ku kesên dixwazin ku Ukrayna çekên dûravêj bi dest xwe xin û wan bixebitînin jibo Kîevê dixebitin.
Artêşa Ukrayna da zanîn ku Rûsya di êrîşên dawî de 13 muşek û 29 dron karanîne û berevanîya esmên ji muşekan 7 û ji dronan jî 22 xistine.
Êrîşên Rûsya li Chernihiv, Ivano-Frankivsk, Volyn, Ternopil, Kyiv, Zhytomyr, Poltava û Sumy jî li dar ketin.
Êrîşên roja Çarşemê li dû êrîşên li Poltava çêbûn ku di wan êrîşan muşekî de bi kêmî ve 51 kes hatibûn kuştin û bi qasî 300 kes jî birîndar bûbûn.
Serokê Amerîka Joe Biden ser êrîşên roja Sêşemê dîyar kir ku trajedîyeke giran e.
Biden got ku ew êrîş bi bîr dixin ku ku Putin bi awayekî kirêt hewil dide îradeya gelekî azad bişikîne.
Wezareta Berevanî ya Rûsya jî îro Çarşemê da zanîn ku li Belgorodê 2, li Kurskê 1 û li Deryaya Reş jî 1 dron hatine xistin.
Wê wezaretê dîyar kir ku li Deryaya Reş çar botên bê mirov hatine pûç kirin.
Jêder: VOA