Fermandarê giştî yê Ukraynayê Oleksandr Syrskyi roja Yekşemê ragihand ku rewş "dijwar" e jiber êrîşa serekî ya Rûsyayê ku rojhilatê welat dike armanc, lê ew hemû biryarên pêwîst digrên.
"Rewş jiber êrîşa serekî ya dijmin dijwar e. Lê hemû biryarên pêwîst di hemû astan de bê derengmayînê têne dayîn," Syrskyi got.
Syrskyi cihê tam yê êrîşa serekî ya Rûsyayê eşkere nekir, lê berê hem wî û hem jî serokê Ukranya Volodymyr Zelenskyy gotibûn ku hêzên Rûsî bajarê Pokrovsk yê stratejîk armanc dikin.
Syrskyi herwiha ragihand ku wî li enîya rojhilata li nêzî Pokrovsk hefteya borî çend roj derbaz kiriye û wî şerê li wir wek "bi taybetî dijwar" binav kir.
Rûsya ku ji dema destpêkirina dagirkirina xwe ya berfireh di Sibata 2022’an de, heremên li rojhilatê Ukraynayê girtiye, di pevçûnên giran yên li wê heremê pêşve diçe.
Ukranya jî serketinan radigihîne, ji dema ku herêma Kursk ya rojava ya Rûsyayê di 6’ê Tebaxê wergirt, bi armanca têkbirina çavkanîyên Rûsî û xurtkirina helwesta Kîevê di danûstandinên siberojê de.
Jêder:Reuters