Ukrayna îro Çarşemê ragihand ku Rûsya bi şev bi dron û muşekan êrîş birine ser 6 herêmên welêt.
Hêzên esmanî yên Ukrayna ji Telegramê ragihand ku ji 25 dronan 20 hatine xistin.
Li gor ragihandina hêzên esmanî yên Ukraynî hêzên Rûsî 9 muşek jî avêtine.
Walîyê herêma Kîevê Ruslan Kravchenko dîyar kir avahî û binesazîya krîtîk ya li dora welêt ti zarar nedîtiye û ti kes jî nehatiye kuştin.
Walîyê herêma Cherkasy Ihor Taburets jî da zanîn ku dronek hatiye xistin û ti xisar nehatiye tomar kirin.
Walîyê herêma Dnipropetrovskê Serhiy Lysak da zanîn ku 6 dron hatine xistin.
Lysak dîyar kir ku di êrîşan de 1 kes birîndar bûye û hin avahî û binesazîyên krîtîk jî zarar dîtine.
Walî Oleksndr Prokudin jî got ku li herêma Khersonê di 24 saetên dawî de 5 dron hatine xistin û di encama êrîşan de 13 kes birîndar bûn.
Rêvebirên Cherniv ya li bakurê Ukrayna jî dibêjin ku Rûsya bi topan êrîş birine ser nexweşxaneyekê û li gor agahîyên pêşî ti kesî canê xwe ji dest nedaye.
Jêder: Reuters