Lînkên eksesibilîtî

Obama Hişyarî Dide Rûsya ku Destevdanê li Ukrayna Neke


Zilamên çekdar li Kirim in
Serok Barack Obama Moskow hişyar kir ku maya xwe di karê Ukrayna de neke.

Birêz Obama li Qesra Spî got, Amerîka pir di xemê de ye artêşa Rûs li hindûrê Ukrayna di nav liv û tevgerê de ye.

“Eger Rûsya destevdanê li nav karê Ukrayna bike, divê baş bizane ku ew reftar wê dijî serwerî û serxwebûna Ukrayna û herwiha dijî qanûnên navnetewî be.”

Raport ji Herêma Kirim ya Ukrayna belav dibin ku çekdarên Rûs giheştine wê herêmê.

Serok Obama got, ew dixwaze bi zelalî dîyar bike ku mafê gelê Ukrayna heye biryara
paşeroja xwe bide.
XS
SM
MD
LG