Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Berpirsîya Rûsya ye ku Mîlîtanên Piştgir ji Ukrayna Derxîne


Amerîka dibêje, berpirsîya Rûsya heye ku bang li xwepêşandêrên alîgirên wê bike ku ji avahîyên hikûmetê yên li rojhilata Ukrayna vekêşin.

Berdevka Wezareta Derve Jen Psaki îro Înê got, eger Rûsya gavên pêdivî nevêje û girjî û alozîya heyî nermtir neke, hîngê encamên wê yekê hebin.

Psaki got, Amerîka îdîayên wî rengî red dike ku hikûmeta nû ya Ukraynî bi darbeyeke leşkerî hatiye ser desthilatê.

Banga îro piştî danûstandinan navbera Ukrayna, Rûsya, Amerîka û Yekîtîya Ewropa hat.

Serokê Amerîka Barack Obama jî roja Çarşemê di hevpeyvîneke NBC de hişyarîyeke heman rengî dabû Rûsya.

Birêz Obama herwiha bal kişand ku divê Rûsya rêz li serwerîya Ukrayna bigire.
XS
SM
MD
LG