Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Ukraynî yên Dorpêçkirî Banga Alîkarîyê Dikin


Dimeneke hêzên Ukraynî yên li Mariupolê, 2 Nîsan, 2022
Dimeneke hêzên Ukraynî yên li Mariupolê, 2 Nîsan, 2022

Hêzên Ukraynî yên dorpêçkirî yên ku Mariupolê diparêzin şeva Çarşemê bi rengekî bêhêvî banga alîkarîya ji derve kirin.

Wan hişyarî da ku dibe ku bajarê stratejîk di demeke kin de bikeve dest Rûsan.

Hevdem, artêşa Rûsî jî careke din bang li çekdar û leşkerên Ukraynî yên li Mariupolê kir ku îro Pencşemê heya saet 11'an çekan berdin û xwe radest bikin.

Do Çarşemê jî ewla herî dawî ya derxistina sivîlan têk çûbû.

Di vê navberê de Rûsya ragihand ku wê mûşeke balîstîk a navparzemînî ya nû bi kanîna navokî ceribandiye.

Amerîka li ser daxuyanîya Rûsan got ku ew hatiye agahdar kirin û ceribandina mûşeke ew wekî metirsîdar nanirxînin.

XS
SM
MD
LG