Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna, Amerîka jiber Hewildanên bo Wê Pîroz Dike


Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba dîyar kir ku bi danûstandina Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Rûs Vladimir Putin derfeta kêmkirina girjîyê çêbûye.

Kuleba îro Çarşemê ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re da zanîn ku ew ji hewildanên Amerîka, ku dixwaze Rûsya bîne ser maseya danûstandinan, razî ne.

Wî dîyar kir ku ew dixwazin bi danûstandinan rê li ber Moskowê were girtin ku ew girjîya leşkerî zêdetir neke.

‘’Em hewildanên girîng yên dîplomatîk yên Amerîka, ku dixwaze Rûsya bîne ser maseya danûstandinan pîroz dikin.’’ Kuleba got.

Biden roja Sêşemê ji Putin re got ger Rûsya dijî Ukrayna dest bi êrîşeke nû bike, ewê welatên rojava dijî Moskowê tedbîrên xurt yên aborî bistînin.

Li hember hişyarîya Biden, Putin jî ji wî xwest garantîyê bide ku NATO ber bi rojhilatê ve zêdetir neçe.

XS
SM
MD
LG