Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje ji Balyozxaneyên Wê re Paketên Xwînî Têne Şandin


Wezareta Derve ya Ukrayna îro Înê ragihand ku ji hin balyozxaneyên wan re paketên xwînî hatine şandin.

Berdevikê Wezareta Derve ya Ukrayna Oleg Nikolenko dîyar kir di paketan de çavên heywanan jî hebûne.

Nikolenko da zanîn ku ew paketên xwînî li serbalyozxaneyên Ukrayna yên li Macaristan, Holanda, Polonya, Îtalya hatine dîtin.

Wî got ku hin paketên xwînî gihiştine konsulxaneyên Napolî û Krakowê jî.

Berî wan paketan ji Balyozxaneya Ukrayna li ya Madrîdê re jî nameya bombeyî hatibû şandin.

XS
SM
MD
LG