Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lavrov: Di Operasyona Ukrayna de Pêngaveke Nû Destpê Dike


Wezîrê Derve yê Ukrayna Sergey Lavrov
Wezîrê Derve yê Ukrayna Sergey Lavrov

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Rûsya li Ukrayna dest bi pêngaveke nû dike.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîrê Deve ye Rûsya Sergey Lavrov ragihand.

Lavrov ji India Today re dîyar kir ku pêngava nû dê li rojhilata Ukrayna destpê bike.

Wî da zanîn ku pêngava nû dê bo operasyona taybet qonaxeke girîng be.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê destpê kir. Amerîka û welatên Rojava, Rûsya bi dagirkirina Ukrayna tawanbar dikin, lê Moskow bo kiryarên xwe yên li wî welatî dibêje operasyoneke taybet e.

XS
SM
MD
LG