Artêşa Ukrayna îdiayên Rûsya yên ser êrîşa dijî girtîgeha dilgîrtîyan red kir û hêzên Rûs tawanbar kir.
Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Înê da zanîn ku Ukrayna bi muşekan êrîş biriye ser girtîgeheke li herêma Donetsk ya di destê cudaxwazan de û dîyar kir di encama êrîşê de 40 şervanên Ukraynî yên dîlgirtî hatine kuştin.
Li gor daxuyanîya artêşa Ukayna, hêzên Rûs bi topan êrîş birine ser girtîgeha li Olenivka ya li Donetskê.
Karbidestên Ukraynî dibêjin ku Rûsya dixwaze bi îdiayên wisa Ukrayna bi tawanên cengê sûcdar bike û êşkenceyên li ser girtîyan veşêre.
Rûsya dîyar dikê hêzên Rûs bo berevanîya Rûsîaxêfan û bo têkbirina nijadperestan operasyoneke taybet li dar dixe, lê Ukrayna dide zanîn ku Moskow şerekî bêsedem dimeşîne.