Artêşa Ukrayna îro ragihand ku hêzên wan hin bajarokên herêma Chernihivê ji hêzên Rûsî rizgar kirine û niha şandina alîkarîyên mirovî ji wan hereman re destpê kiriye.
Ajansa nûçeyan RBK ya Ukrayna ragihand ku rêya di navbera Chernihiv û Kîevê de wê îro jinûve beş bi beş were vekirin.
Chernihiv 130 kîlometre li bakurê Kîevê ye û ew bi hefteyan ji şandina xwarin û pêdivîyên din hatibû qut kirin.
Bajarvanê Chernihiv îro got ku ji sedî 70 yê bajêr jiber topbarana Rûsî wêran bûye.
Dmitry Zhivitsky, rêvebirê xwecîhî yê herêma Sumy ji ajansên nûçeyan yên Ukrayna re got ku hêzên Rûsî ji heremê vekişîne.
Hêzên Rûsî nêzî mehekê bû ku herêma Sumy ya li bakurê rojhilata Ukrayna dagir kiribûn.