Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Dibêje Rûsya Kargeheke Kîmyayî Topbaran Kir


Li herema Sumy ya Ukrayna dîmeneke santrala elektrîkê ku jiber topbaranê Rûsî têk çûyî 9 Adar, 2022
Li herema Sumy ya Ukrayna dîmeneke santrala elektrîkê ku jiber topbaranê Rûsî têk çûyî 9 Adar, 2022

Karbidestan Ukraynî îro Duşemê dîyar kir ku li kargeheke kîmyayî ya li bajarê Sumy jiber qulbûna borîyan amonyak niqutiye derve û heremeke bi zêdeyî 2,5 kîlometreyan qirêjîya kîmyayî çêbûye.

Serdozgerê giştî yê Ukraynî ragihand ku îro topeke Rûsî li kargeha kîmyayî ketiye û ev bûye sedema herîkana 50 ton amonyakê.

Waliyê herêmî yê Sumy, Dmytro Zhyvytskyy jî dîyar kir ku "Ji bo navenda Sumy, niha xeterek tune, ji ber ku ba ber bi bajêr ve naçe."

Wî got ku gundê Novoselytsya ya kunezê 1.5 kîlometre dûrê bajarê Sumy e, di bin xeterê de ye. Tîmên hawarçûnê jibo tamîrkirina borîyan xebatên xwe didomînin.

Kargeha Sumykhimprom li derveyê bajêr e û nêzî 263.000 kes li heremê dijîn; ku di hefteyên dawî de ji hêla hêzên Rûsî ve bênavber tê topbaran kirin.

Berdevkê leşkerî yê Rûsya Îgor Konaşenkov îda kir ku ev "provokasyoneke plankirî" ya hêzên Ukraynayî ye, da ku Rûsya bi êrîşeke kîmyayî ya sexte bi derewan tawanbar bike.

Konaşenkov herwiha ragihand ku wan bi mûşekên Kruzê navendeke perwerdehîya leşkerî ya Ukrayna li herêma Rivne xistine.

Wî got ku di encama erîşa Rûsî de 80 leşkerên bîyanî û Ukrayna hatine kuştin.

Vitaliy Koval, serokê rêvebirîya leşkerî ya herêma Rivne, erîşa Rûsî piştrast kir.

Koval ragihand ku Rûsan dijî navendeke perwerdehîya leşkerî ya li wir serê sibêha du êrîşên mûşekî pêk anîne, lê wî di derbarê birîndar û kuştîyan de ti hûrgilî neda.

XS
SM
MD
LG