Hikûmeta Ukrayna bang li welatîyên kir ku ser sîvîl û leşkerên hinda agahîyan belav nekin.
"Rûsya dikare bi wan agahîyan girtîyan kifş bike û wan kesên ku ji girtinê direvin desteser bike," Cîgira Wezareta Berevanî ya Ukrayna Hanna Malyar got.
Wê da zanîn ku welatîyên Ukrayna bo agahîyên ser leşkerên girtî yan hinda berê xwe dane medyaya civakî.
Malyar dîyar kir ku hêzên dijmin bi agahîyan dikare hin leşkerên girtî yên ku xwe wek sîvîl nîşan didin jî bigirin.
Karbidesta Ukraynî da zanîn ku belavkirina detayên ser jîyanên wan kesan bo wan metirsîyê çêdike û serbestkirina wan dijwartir dike.
Hanna got ku wan heta niha 1030 girtî bi Rûsya re pêguherandine û jibo ku ew proses bi awayekî hêsantir bimeşe, divê agahîyên ser wan neyên belav kirin.
Wê bang li welatîyan kir ku bo sîvîl û leşkeran hinda serî li wezareta berevanî bidin.