Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşanderên Îraqî Rêya Um Qasir Digirin


Protestoyên dijî hikûmeta Îraqê derbenda Um Qasir girt
Protestoyên dijî hikûmeta Îraqê derbenda Um Qasir girt

Xwepêşamderên Îraqê îro car din rêya derbenda avî Um Qasir ya li parêzgeha Basra li başûrî Îraqê ji hatin û çûyinê re girt.

Berpirsên herêmî yên hikûmeta Îraqê dan zanîn ku protesto bûne sedem ku rêya hatin û çûyîna li hember karmend û erebeyên barî bihê girtin.

Ev jî bûye sedem ku anîna kel û pelên pêwîst ji derbenda Um Qasir daketîye 50% ê.

Berpirsan ji ajansa Reuters re gotîye, dema ku girtina rêyan heta êvarî dom bike, hatin û çûyîn û veguhastina kel û pelan bi temamê dê raweste.

Um Qasir derbenda tekane ya Îraqê ye li ser ava Kendavê ku piranîya pêdvîyên Îraqê yên xwarinê weke genim, şeker, sebze bi rêka Um Qasir di gehin herêmên din yên Îraqê.

Um Qasir heta niha çend caran ji aliyê xelkê nerazî yê Îraqê ve, hatîye girtin. Xwepêşandanên li Îraqê yên ku destpêka Oktoberê hatbûn destpêkirin weke xwepêşandanên herî mezin li Îraqê tên naskirin ji dema ketina rejîma Sedam Husên 2003an heta niha, Zêdetirî 300 kes di van protestoyan de hatine kuştin û hezaran kes jî birîndar bûne…

Xwepêşander û xelkê nerazî li Îraqê daxwaza nemana desthilata niha ya li Îraqê dikin, ji sedema gendelî û nebûna xizmetên weke av û elektrîkê ew daxwaza rûxandina hikûmeta niha dikin û dixwazin hikûmetek nû bihê ava kirin.

XS
SM
MD
LG