Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Saudî Çûyîna Mekke û Medîne ya bo Umreyê Qedexe Dike


Li Mekke hewilên paqijkirinê
Li Mekke hewilên paqijkirinê

Erebistana Saudî îro Çarşemê ragihand ku qedexeya çûyîna umreyê ya ji Mekke û Medîne, ku jibo pêşîgirtina vîrusa korona hatibû danîn, re hate dirêj kirin.

Ajansa SPA ji zarê karbidestên wî welatî ragihand ku li gor biryara nû êdî hemwelatî û rûniştvanên Saudî jî nikaribin serêdana umreyê bikin.

Hikûmeta Saudî roja Yekşemê bûyera yekê ya dîtina vîrusa korona ji zilamekî ragihandibû ku ew kes di dema hatina nav axa Saudî de, çûyîna xwe ya Îranê ji karbidestan veşartibû.

Cîgirê Wezîrê Hacê yê Erebistana Saudî Abdulfattah Maşhat ji kanala al Arabiya got ku hemwelatî û rûniştvan, bi şerta ku neçin umrê, dikarin herin Mekke û Medînê.

XS
SM
MD
LG