Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UN: Ji Kanûnê Û Vir da Nêzîkî 700 Hezar Sûrî ji Îdlibê Koçber Bûn E


Bakurê Sûriyê

Netewên Yekbûyî "UN" roja Duşemê da zanîn ku ji sedema êrîşên vê dawiyê yên leşkerê Sûrî bi alîkarîya Rûsya bo ser herêmên li jêr kontrola opozisyona çekdar nêzî 700 hezar kesên sivîl koçber bûne.

Netewên Yakbûyî dibêje, ev hejmar ji meha Kanûnê vir da, lê tenê di hefteya burî da 100 hezar kesên sivîl ji Îdlibê koçber bûne.

Davis Swanson, peyvdarê ofîsa Netewên Yekbûyî ya ji bo pirsên mirovatî, dibêje, rewşek trajedîk li nêzîk sinorê Tirkîyê dom dike û ber bi rewşek aloztir ve diçe.

Swanson dibêje, zêdetir ji 400 hezar kes berî niha koçberî wê herêmê bûbûn di dema êrîşên sala bûrî de, berî ku êrîşên niha yên leşkerê Sûrî pêk bên.

Li aliyekê din Çavdêrîya Sûrî bo mafên mirov "SOHR" ku bingeha wê ya sereke li London e û çalakvan û endamên wê di nav axa Sûriyê da hene dibêje, nêzî 6000 leşkerên Tirk û çekdarên opozisyonê îro ber bi herêma şer ve diçin û dixwazin rêya serek û stratejî ya di navbera Heleb û Dîmeşqê da kontrol bikin.

XS
SM
MD
LG