Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Buhayên Xwarinê li Seranserê Cîhanê Bilind Dibin


Rêxistina Xwarin û Çandinîyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) dibêje ku buhayê xwarinê li Cotmehê bi rêjeya 3% ji meha Îlonê zêdetir bû.

Di raporta xwe ya mehan de, FAO dîyar dike ku buhayê genim jî bi rêjeya 5% bilind bûye, li vê dema ku berhemdana gerim li welatên serekî wekî Amerîka, Rûsya û Kanadayê kêm bûye. FAO herwiha dide zanîn ku buhayên xwarinên din yên serekî jî bilind bûne

Rêxistina navnetewî dibêje ku buhayê rûnê şînahîyê yê jibo çêkirina xwarinê jî li Cotmehê bi rêjeya 9.6% bilind bûye. Bi vê yekê jî, ev dibe çar meh li dû hev ku buhayê vê berhemê bilind dibe.

FAO sedema bilindbûna buhayê rûnê şînahîyê jî bi kêmbûna berhemdana wê jiber kêmbûna karkeran li Malîzyayê ve girê dide. Malîzya welatê serekî ye di berhemdana rûnê şînahîyê jibo duristkirina xwarinê de.

Li alîyekî din, buhayên xwarinên şîrî jî bi rêjeya 2.5% zêde bûye, lê buhayê goşt bi rêjeya 0.7% erzan bûye.

XS
SM
MD
LG