Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyên Sed Welatên Cîhanê Hefteya Bê Li New Yorkê Kom Dibin


Tevî metirsîyên girêdayî pandemîya COVID_19, serkirdeyên dora sed welatên cîhanê hefteya bê digihin bajarê New Yorkê ji bo beşdarbûna di kombûna Salane ya Neteweyên Yekgirtî de, ku dê sekreterê wê huşdariyekê li dor “rewşa gelekî metirsîdar” ya cîhanê bide.

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres ji ajansa France Press re got:

“Divê bawerî were vegerandin. Dabeşbûna cîyo-stratejîk ku niha li cîhanê heye, dibe bend... cîhan di rewşeke metirsîdar de ye... divê hawareke huşdarîyê arsteyî berpirsên siyasî bibe.”

Di nav serkirdeyên ku ragihandin ewê amade bin de, serokên Amerîka, Brazîl, Tirkîyê, Almanya, û Venezuelayê û serokwezîrên Brîtanya û Îsraîlê hene.

Serokê Frensa Emmanuel Macron amade nabe ji ber sedemên girêdayî bendên tenduristî, li gor çavkanîyên nêzîkî wî.

Di demekê de ku dê serkirdeyên din bi riya online tevlî kombûnê bibin, Macron wezîrê xwe yê derve, Jean-Yves Le Drian erkdar bike ku bi navê Frensa biaxive.

Amerîka ditirse ku kombûna îsal ya NY bibe sedema belavbûna pandemiyê, li gor balyoza Amerîka li NY Linda Thomas Greenfield.

Sala borî, ev kombûn bi riya online bû, lê hin dîplomatan got divê heman tişt dubare nebe û “divê NY biçespîne ku ew heye.”

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG