Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewên Yekgirtî Banga Agirbestek Mirovatî Bo Helebê Dike


Netewên Yekgirtî û çalakvanên Sûrî daxwazê ji aliyên şerker li Helebê dikin da ku agirbestekê jibo alîkariyên mirovatî ragehînin.

Hêzên esmanî yên Sûrî herêma bakurê Helebê ya ku vê dawiyê ketî di destên hêzên opozisyonê de bombebaran dike, di heman demê de, çalakvanên Sûrî û Netewên Yekgirtî (UN) daxwaza şer rawestandinê dikin, da ku torên av û kehrebê bihên çak kirin.

Roja sêşemê bombarana hêzên esmanî û gullebarandin di navbera hêzên Hikûmeta Sûrî û aliyên opozisyonê de li bakûrê bajarê Helebê ya berdewam bû,bi taybet piştî dawiya heftiyê hêzên opozisyonê karîn dorpêça leşkerê Sûrî liser bajarê Helebê bişkênin.

Du karmendên fermî yên Netewên Yekgirtî Yacoub El Hillo û Kevin Kennedy, daxuyaniyek da raya giştî, di daxuyaniya xwe de dibêjin tora av û kehreba bajêr jiber şeran û pevçûnan têkçûne divê aliyên hevdij şerî rawestînin da ku bişên pirsgirêka av û kehrebê çareser bikin.

Hereweha daxuyanî dide zanîn ku, ji dema êrîşên gropên opozisyonê bo şkandina dorpêçê, nêzîkî 2 Milyon sivîl bi neçarî di herêma dorpêçkirî de topî serhev bûn e.

Heleb bajarê duyan yê herî mezine li Sûriyê berîya dû hefteyan ji aliyê artêşa Sûrî de bi temamî hatbû dorpêçkirin, şerên giran di navbera hêzên hevdij de li Helebê di qewim in.

XS
SM
MD
LG